26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi vegera Ereban, tevgera DAŞê li derdora Şingalê zêde bûye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku vegera wan Erebên destê wan di destê DAIŞê de bû, bo Şingalê berdewam e û bi vegera wan jî tevgera DAIŞê li derdora Şingalê zêde bûye, ku di nav wan Ereban de hinek kes hene ku emîrê DAIŞê bûn û niha metirsiyeke mezin li ser navçeyê heye.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera Ereban bo Şingalê berdewam e û ew Ereb berê destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebûn û belgeyên me li ser vê yekê hene. Herwiha beşek ji wan emîrên DAIŞê bûn û niha bi alîkariya Hikûmeta Iraqê vedigerin navçeyê.”

Şeşo wiha got: “Piştî vegera wan DAIŞiyan bo navçeya Şingalê êdî tevgeran DAIŞê li navçeyê zêde bûye û bûne metirsiyeke mezin li ser Şingalê û eger rewş wisa berdewam be, dê dest bi êrîş û karên terorîstî jî bikin.”

Şeşo wiha domand: “Jibilî wê jî, li Sûriye û Heşda Şeibî çekdarên DAIŞê bi pereyan dişînin sînorê Şingalê, da ku careke din Şingal bikeve destê DAIŞê. Lê Pêşmerge nahêlin ew yek pêk were.”

 

Nûçeyên têkildar