Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê NY li ser rewşa Iraqê axivîn

Davos-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înê li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres civiya
Di civîna ligel Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres de pêşhateyên Iraqê, herêma Rojhilata Navîn, Sûriye û taybet Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Mijara penaberan û pêkanîna hukimeta nû ya Iraqê jî, babetên girîng ên hevdîtinê bûn.
Nêçîrvan Barzanî û Guterres giringî dan xebat û tevgera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê.
Di hevdîtinê de herweha girîngiya diyalogê di çareseriya pirsgîrekên Bexda û Hewlêrê de hate behskirin.




