26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Umanê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 23ê Çile di sêyemîn roja Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê li gel Wezîrê Derve yê Umanê Yûsif bin Elewî civiya. Herwiha biryare Nêçîrvan Barzanî her îro li gel Serokwezîrê Îtalyayê û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres jî bicive.

Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel Wezîrê Derve yê Omanê de tekezî li pêşxistina pêwendiyên navbera herdu aliyan di hemû waran de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Umanê herwiha rewşa Iraqê û navçeyê û bandora aloziyan li ser aramî û istiqrarê, berfirehkirina hewlan ji bo aramkirina aloziyan, metirsiyên derketina terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên navbera wan, araste û siyaseta miyanrew a Umanê li navçeyê û pêwendiyên wê li gel welatên navçeyê û cîhanê, gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji ber jidestdana xwedê jê razî Sultan Qabûs bin Seîd, sultanê berê yê Umanê, dubare sersaxî ji gel û hikûmeta Umanê re xwast. Herwiha bi boneya destbikarbûna sultanê nû, Heysem bin Tariq Al Seîd, pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwnediyên li gel Umanê anî ziman.

 

Nûçeyên têkildar