25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê termên 5 koçberên xeniqî vedigerîne Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê veguhastina termên 5 ji wan ciwanên Kurd belav kir ku li Deryaya Egeyê xeniqî bûn û di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin termên wan êvariya roja 24.01.2020an digihijine firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê.

Cotyar Adil, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Demjimêr 20.45ê roja Înê, 24.01.2020, termên 5 ji qurbaniyên bi navên, Rêbîn Ebas Mihemed, Rewend Mistefa, Rêbîn Mihemed, Sîver Sitar û Yûsif Babekir ên belema binavbûyî li Deryaya Egeyê, li ser erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê digihijine firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibêje, “Anîna termên qurbaniyan li ser raspardina rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di kombûna hefteya derbasbûyî Encûmena Wezîran tevî derbirîna hevxemiya xwe li gel binemal û kesûkarên qurbaniyan, dezgehên hikûmetê jî raspard, hemû hevkarî û asankariyek bo vegerandina termên qurbaniyan bo Herêma Kurdistanê bikin.”

Nûçeyên têkildar