26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gultan Kişanak: Polîsan xwestin min bikujin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, êrîşa polîsan a li navçeya Rihayê li dijî mîtînga alîkariyê a ji bo Rojava pêk hat nirxan û got: " Polîsan xwestin ku min bikujin."

Li navçeya Rihayê ji bo piştgiriya Rojava mîtîngek hate pêkanîn û Gultan Kişanak û gellek endamên BDP'yî û beşdarî mîtîngê bûn, polîsan bi gaz û ava tezyîk êrîşa mîtîngê kirin, di encama êrîşa polîsan de gellek kes bi jehra gazê ketin, ji wan yek jî Gultan Kişanak bû. Kişanak, piştî mîtîngê daxuyanîyek da û diyar kir ku, polîsan ew hedef girtine û xwestine ku wê bikujin.


Daxuyaniya Kişanak wiha ye, " Wê demê gel li cem me tunebû. Em tenê wekîl li wir bûn. Lê polîsan em hedef girtin û bombeyên gazê avêtin me. Ajokarê partiya me serê min nizim kir û bombeya gazê li min neket. Bi awayekî zanebûn ez hedef girtim û xwestin min bikujîn."

 

Nûçeyên têkildar