26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî piştgîriya Swêdê ya ji bo Herêma Kurdistanê di çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya ya li Dijî DAIŞî û hevkariyên mirovî yên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyênxwe ligel Swêd pêş bixe.

Her di çarçoveya beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos, êvariya Sêşema 21/01/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Ann Linde Wezîra Derveya Swêdê civiya.

Di civînê da peywendiyên Herêma Kurdistan û Swêd, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û çawayiya hevkarîkirina wan, xwepêşandan û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî, girîngiya hewla hemû aliyaneya ji bo hêwirkirina aloziyan, metirsiyên terorê û pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê hate nirxandin.

Ji aliyê xwe ve Linde spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê li berengarbûna terorê û têkşikandina DAIŞê û parastina pêkhatên olî û neteweyî û hevkarîkirina koçber û penaberan derbirî.

 

 

Nûçeyên têkildar