Serok Barzanî û parêzgarê Mûsilê metirsiya bihêzbûna terorê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî Parêzgerê Nînowa (Mûsil) kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan metirsiya serhildan û bihêzbûna terorê gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 21.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Necim El Cibûrî Parêzgerê Nînowa kir.
Di hevdîtinê de rewşa bajarê Mûsil û navçeyên dinê Parêzgeha Nînowa û rewşa avadankirina navçeyên azadkirî û bar û guzeraniya koçberan û herwiha astengiyên li ber vegerana koçberan ji bo navçeyên wan hat gotûbêjkirin.
Metirsiyên serhildan û bihêzbûna terorê û pêwîstiya hemahengiya aliyan ya ji bo rûbirûbûna terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




