26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo dezgehên hikûmetê: Alîkariya anîna termên belema penaberan bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê binavbûna belemeke penaberên Kurd di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wê bûyerê xemgîn e.

Ev jî tekesta daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ye:

“Di çend rojên derbasbûyî de, ji ber binavbûna belemekê di navebra Tirkiyê û Yûnanistanê de, cihê daxê ye ku hejmareke kes bûne qurabnî, ku hinek welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn.

Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, duhî di civîna Encûmena Wezîran de, tevî derbirîna hevxemiyê ligel malbat û kesûkarên qurbaniyan, dezgehên hikumetê jî raspartin ku hemû hevkarî û alîkariyan bikin bo vegerandina termên qurabaniyan bo Herêma Kurdistanê.

Cotyar Adil

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

16.2.2020”

 

Nûçeyên têkildar