Parlamentoya Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê pesend kir
__2020_01_16_h16m32s1__ER__2020_01_16_h19m39s25__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Li parlamentoya Kurdistanê îro dengdan li ser projeyasaya çaksaziyê birêve çû û di encamê ew projeyasa bi piraniya dengan hat pesendkirin.
Parlamentoya Kurdistanê îro 15mîn civîna xwe ya asayî encam da. Di rûniştina îro ya parlamentoyê de ku demjimêr 11.00an dest pê kir, projeyasaya çaksaziyên ku ev heyameke guftugo li ser berdewam bûn, îro ket ber dengdanê.
Di encama dengdanê de projeyasaya çaksaziyê bi 89 dengan hat qebûlkirin.




