Serok Barzanî û Konsulê Fransa pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê kirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser gef û egerên li ber proseya siyasî ya Iraqê û aloziyên li ser asta navçeyî û navdewletî.
Her di vê hevdîtinê de Konsulê Fransa li Hewlêr tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e û xwazyarê berdewamîdana bi şerê li dijî DAIŞê li gel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî û bi taybet hêzên Herêma Kurdistanê de ne.
Danûstandina bîr û ramanên di derbarê gefa terorîstan û metirsiya bihêzbûna DAIŞê li Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.




