Wezîrê Derve yê Qeter: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bihêz bikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Qeterê û Cîgirê Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bikin û li Kurdistanê karê veberhênanê bikin.
Îro Çarşema 25.1.2020 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî kir.
Di wê hevdîtinê de rewşa Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser aramkirina rewşa Iraqê û nehiştina aloziyan li navçeyê hat kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa bernameya karê hikûmeta xwe kir, ku ew dixwaze giringiyê bi hemû sektorên Kurdistanê bide û abûriya Herêma Kurdistanê bihêz bike û hevdem asankariyên pêwîst pêşkêş bibe ji bo veberhênanên hindur û derve.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Qeterê pesnê aramî û asayiş û geşbûna Herêma Kurdistanê da û got ku welatê wî amade ye pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike, bi taybetî jî di warê bazirganî de. Herwiha got jî ku derfeteke baş li Herêma Kurdistanê heye ji bo pêşxistina veberhênê û ji bo hatina veberhênerên Qeterê bo Herêma Kurdistanê.




