26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafirên Tirkiyê li Şingalê li PKKê dan..7 kuştî û 3 birîndar hene

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Şingalê Qasil Şeşo ragihand, îro balafirên Tirkiyê careke din li cih û navendên PKK yên li devera Şingalê dan û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar in.

Qasil Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro careke din balafirên Tirkiyê li navendeke PKKê li komelgeha Dugirê dan û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar in, ku ew kes di nava navenda PKKê de bûn.”

Şeşo wiha got: “Piştî bombebarana wê navenda PKKê, termê kuştî û birîndaran bo nexweşxaneya Sinûnê hatin şandin.”

Di dema derbasbûyî de balafirên Tirkiyê ji ber PKKê gelek caran li devera Şingalê dane, vê yekê jî hiştiye ku xelkê Şingalê û koçber bi tirseke mezin bihisin û biryar dane ku venegerin ser cih û warê xwe.”

Nûçeyên têkildar