26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Generalê Brîtanya tekezî li ser aramkirina rewşa Iraqê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Brîtanî bi serokatiya Mezin Şêwirmendê Serbazî yê Wezareta Beravaniyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn General Sir John Lorimer kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bûn, dawî guhartinên li Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin.

Tekezî li aramkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalogê hate kirin. Herwiha amaje bi wê hat dayîn ku şerê DAIŞê hîna bidawî nebûye û pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de berdewam bin.

Nûçeyên têkildar