26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa pêşwazî li şandeyeke Rusiyayê kir

Çavkanî: KDP.info

 Îro (29.05.2012) li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li heyeteke Rusiya fedela ku ji Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiya bo karûbarên Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê derve yê Rusiya federal, Îliya Morganov sefîrê Rusiyayê li Îraqê, Yorî Şmîranî serokê Yekêtiya berhemanîna neftê li Rusiyaysê û Valerî Pospîlov konsulusê Rusiyayê yê Hewlêrê pêkhatibû, kir.

Di dîdarekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê fermangeha têkeliyên derve amade bû, heyeta Rusiya federal kêfxweşiya xwe ji bo vê serdana herêam Kurdistanê diyar kir û pêşkeftinên herêma Kurdistanê, bi taybetî yên di warê aemiyet, avadankirin û geşepêdanên de, bilind nirxandin.

Şandeya Rusiya federal behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku got ku, ew dixwazin di warê siyasî, aborî, zanistî û kulturî de têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re buhêz û berfirehtir bikin. Heyeta rusî, bi tyabetî, tekîd li ser wergirtina xwendekarên kurd li zanîngehên Rusiyayê, vekirina kursên warê diplomasî û hevkariya nevbera zanîngehên Rusiyayê û herêma Kurdistanê kir.

Di dîdara digel heyeta Komara Rusiya Federal de, Felah Mistefa berprisê fermangeh têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hemebr serdana nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê bo herêma Kurdistanê diyar kir û bi destpêka qonaxeke nû di peywendiyên navbera Rusiya û Kurdistanê wesif kir.

Mistefa tekîd li ser zêdetir xurtkirina peywendiyan kir û got:
- Herêma Kurdistanê di atmosferekî aram û biîstîqrar de ye, ji bo pirosesa avadankirinê û derfetên karkirina kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê aqarek baş heye.

Berprisê têkeliyên derve daxwaz ji şandeya rusî kir ku, kompnaiya û sermayedarên rusî teşwîq bikin daku, bi awayekî çalak beşdariyê di prosesa avadankirin û geşepêdana infrastrukrura herêma Kurdistanê bikin.

Di mijareke din de, her du aliyan behsa peywendiyên dîrokî navbera gelê kurd û gelê rusî kir û tekîd li ser wê yekê kir ku dikare ew peywendî ji bona peywendiyên xurtir û berfirehtir di hemû waran de k, di berjewendiya her du gelên rusî û kurdî de bin.

Nûçeyên têkildar