26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bersiva Nesrullah da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di daxuyaniyekê de bersiva gotinên Hesen Nesrullah da.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Tişta ku me têbînî kirku bi nefeseke lerzok û necîgî, Hesen Nesrullah êrîşeke nerewa kiriye ser rêberê Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî, serokek ku ji bo aştiyê ji cîhanê re û ji bo xweşiyê ji tevahiya gelên navçeyê bi alîkariya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman efsaniya DAIŞê şikandin. Gerek li şûna wî zimanê lerzok û wê êrîşa nerewa, herî kêm spasiya neteweyekê kiriba ku li navçeyê tê dîtin wek mezintirîn netewe ku zilm lê hatiye kirin û têkoşan ji bo azadî û aştî û mirovatiyê kiriye.

Ew rastî zelal û eşkere ye ku Hêzên Pêşmerge bûn yên ku bergîrî li Hewlêrê û Kurdistanê kirin û di dastana Pirdê û Sihêla û Mehmûdiye de, nehiştin ku Herêma Kurdistanê bikeve bin dagîrkariyê.

Serok Barzanî jî tevî ku pesnê her alîkariyekê dide ku di şerê li dijî DAIŞê de ji Herêma Kurdistanê re hatibe, ew jî gelekî biçûk be jî, lê di heman demê de ew şermezarî jibîr nabe, ku ew rastî li cem te zelal e û di lapereyên rojên 16 û 20 û 26ê Cotmeha 2017an de eşkere bûn, ku kî bûn yên ku xwena wan dagîrkirina Kurdistanê bû. Lê Hêzên Pêşmerge bûn yên ku ew hemû xewnên xerab jinav birin, lewma eger di bala te de be ku zêdegaviyê li rêberê Pêşmergeyên neteweyekî bike, ya baştir ew e ku tu li rewşa xwe vegere, ku cihê te di kîja diguhertinên siyasî de kûde re û gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî di bin siya sitratîjiya Serokê Barzanî de jî di çi astê de ye û gihîştiye kîja qonaxê ji geşekirin û serkeftinê.

Em tekez dikin ku tu ne di wê astê de ye ku tu bikaribe ji bo veşartina şikestinên xwe, xetekê li pêşeroja geş a me xîne, ku Serok Barzanî di qonaxa xebata çiya û bajar de wek rêberê neteweyekê asoyeke geş ji gelekî bindest li navçeyê bidestbîne.

 

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

13.1.2020”

 

Nûçeyên têkildar