25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Kurdistanê bo Nesrullah: Em zêdegaviyê ji ti kesekî qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê bersiva gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û ragihand, em bi hemû şêweyekê wan gotinan red dikin û zêdegaviyê ji kesekê qebûl nakin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê gotinên Hesen Nesrullah de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de tê gotin, weke Parlamentoya Kurdistanê em bi şêweyekê wan gotinan red dikin ku di gotarekê êrişeke nerewayî biriye ser Serok Mesûd Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku sembolê xweragirî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê ne.

Parlamentoya Kurdistanê diyar dike, “Mixabin berpirsên hizba Hesen Nesrullah beşek bûne ji êrişa nerewa û nedestûrî ku di sala 2017an anîne ser Herêma Kurdistanê. Em weke nûnerên Herêma Kurdistanê wefadar in li beramber her kes û aliyekî ku rojek ji rojan li gel me hevkar bûye. Zêdegaviyê ji ti kes û aliyekê jî qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de amaje bi têkoşîn û xebata hêzên Pêşmerge jî tê kirin li dijî terorê û tê diyakirin, “Hêza Pêşmerge bû ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê têk bir bi şêweyekî rasterast û li şûna hemû cîhanê rûbirûyê terorîstên DAIŞê bû û qehremaniyeke mezin tomar kir.”

Herwiha parlamentoya Kurdistanê teqez dike, “Em weke Parlamentoya Kurdistan û nûnerên xelkê Kurdistanê jî bêrêziya li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û li hember her sembolekî netewa xwe şermezar dikin.”

Nûçeyên têkildar