Nêçîrvan Barzanî bo nûnera NY: Ji bo aramiya Iraqê em hazir in alîkariyê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart civiyan û di wê hevdîtinê de dawî pêşhat û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyek bi mebesta vegerana aramiya Iraqê derbirî û tekez li ser pêwîstiya li ber çavgirtina daxwazên rewayên xwepêşanderan kir.
Di hevdîtineke li gel Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ku nîvroya îro Dûşema 13/01/2020 li Hewlêrê birêve çû, herdû alî pêşhat û aloziyên dawî yên Iraq û navçeyê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê Iraqê û daxwaziyên wan, metirsiya serhildana terorê û gefên wan û helwesta Herêma Kurdistanê ya li vî derbarê de xistin ber behis û guftûgoyan.
Nirxandina rewşa niha ya navçeyê bi giştî û plana Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya ji bo hevkarîkirina Iraqê ya li vê qonaxê da, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan li rêya guftûgo û diyalogê û çend pirsekî dinê di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê hevdîtinê bû.




