25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê NY pêşhatên Iraqê guftûgo kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart civiyan û dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê hatin guftûgokirin. Ameje bi wê hat dayîn, Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe û pêwîst e hemû alî hestiyariya rewşê li ber çav bigirin.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku alozbûna zêdetir a rewşê ne di berjewendiya xelkê Iraqê û navçeyê de ye û pêwîst e aştî û aramî li Iraqê bên parastin.

Baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û hevahengiya zêdetir bi Netewên Yekgirtî re tewereke din a hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar