Nûnerê Amerîka daxwaz kiriye ENKS û QSD pirsgirêkên xwe çareser bikin

Tirkiye-KDP.info- Şandeke serkirdatiya ENKSê ligel Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey civiyaye û di wê hevdîtinê de Jeffrey daxwaz ji wan kiriye ku ENKS û QSD gotûbêj û diyalogê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe.
Şanda ENKSê duhî 11.1.2020 ligel Nûnerê Amerîka civiya û derbarê wê hevdîtinê Endamê Rêveberiya ENKSê Fêsel Yûsif ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna me bi Jeffrey re li ser daxwaza wî bû, ku ji me re got Amerîka dixwaze nerîna dostê xwe yê nêzîk li Rojhilata Navîn û di nav de jî ENKS, nas bike û herwiha helwesta Amerîka jî ji me re zelal kir, ku ji me re got kirîza Sûriyê divê çareseriyeke siyasî jê re bê dîtin û herwiha dixwaze rojhilatê Ferat û navçeyên Kurdî li Sûriyê parastî bin û aliyên siyasî yekdest bin û nakokî nemînin û Kurd xwedî helwêst bin.”
Fêsel Yûsif wiha got: “Jeffrey daxwaz kir ku diyalog di navbera herdû aliyên Rojava de birêve biçe û daxwaz ji QSD û ENKS kir ku ji bo wê mebestê têkelî û pêwendiyên xwe bi cenabê Serok Barzanî re berdewam bikin û herwiha nakokiyên di navbera ENKS û opozisyona Sûriyê de jî nemînin û ew pirsgirêk çareser bibin, ji ber ku nakokî xizmeta avakirina rejîmeke demokrat nakin.”
Yûsif wiha domand: “Nûnerê Amerîka got jî ku ew nahêlin demografiya Efrîn û Girê Spî û Serêkaniyê were guhertin û ew xelkê ku koçber û penaber bûne divê hemû vegerin ser malên xwe û rêkeftina wan bi Tirkiyê re jî li ser vî esasî ye.”
Fêsel Yûsif ragihand: “Me daxwaz ku pirsa mafê Kurdan li Cenêfê û di destûrê bê yê Sûriyê de were garentîkirin. Di wê civîna bi Jeffrey re herwiha komîteyek hat avakirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi opozisyona Sûriyê re û herwiha vegerandina penaberan bo ser malên wan.”




