25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Serokwezîrê Iraqê: Em dixwazin kirîz û qeyranên Iraqê çareser bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got ku ew dixwaze kirîz û qeyranên Iraqê çareser bibin.

Îro Şemiya 11.01.2020 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê û şandekî bilinda Hikûmeta Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhat û aloziyên vê dawiyê ya Iraq û navçeyê hate guftûgokirin û Serokwezîrê Iraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li ser rûdanên vê dawiyê li Iraqê hebû û bi helwesta hevseng û bilind da zanîn û tekez jî li ser hemahengî û birayetî û peywendiya berdewamiya herdû aliyan kir.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku ew dixwazin kirîz û qeyranên Iraqê çareser bibin û ji bo nehiştina giriftan, çareseriyeke dûrî ji muzayedat û bi eqilane û di çarçoveya mekanîzmên destûrî bimeşin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de herdû aliyan tekez li wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ketiye qonaxekî erênî û nû û berdewamiya wê keşûhewaya erênî ya di navbera herdû aliyan bi pêwîst hate zanîn.

Gef û metirsiyên bihêzbûna terorîstên DAIŞê mijareke dinî vê civînê bû.

Hêjayî gotinêye li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nûrî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed û Ce'fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar