Metirsî heye ku girûpeke terorîstî nû li Iraqê derkeve
__2020_01_09_h15m5s31__ER_(1)__2020_01_09_h18m51s27__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge hişyariyê dide ku bi derketina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê ku di nava 6 mehên bê de dê girûpeke terorîstî nû li Iraqê derkeve, ji ber ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nikarin bi tenê di rûyê terorîstan de rawestin.
Lîwa Rukin Reşîd Ebdulkerîm Fermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger hêzên Hevpeymanan ji Iraqê derkevin, dê 6 mehan dirêj neke û girûpeke terorîstî nû li Iraqê derkeve. Ji ber ku bermayên DAIŞê hêj mane û dê ew jî girûpeke nû ava bikin, ku li gorî zanyariyên me dê ew hêza han sofiyane be û dê hemû girûp û rêxistinên terorîstî di çarçoveya wê hêza nû de bin.”
Parlemantoya Iraqê û bi dengê parlemanterên Şîe û bê Kurd û Sunneyan, biryar dan ku hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê derkevin.
Wî fermadarê Pêşmerge derbarê wê pêngava han wiha got: “Hêzên Iraqê nikarin bi tenê rûbirûyê terorîstan bibin û dê niha hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bi xwe şerê hev bikin, loma jî dê bi derketina hêzên Hevpeymanan dê pirsgirêkeke ewlehî mezin derkeve.”




