25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka: Em ji ber aloziya navçeyê dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker û çend pirsên niha yên navçeyê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, dawî pêşhatên Iraq û Navçeyê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ji alozbûna rewşa navçeyê ji encama bûyerên vê dawiyê derbirî û tekezî li ser aramkirina rewşê kir.

Herdu alî hevnerîn bûn li ser aramkirina rewşa Iraqê û hatine pêş a hikûmeteke çalak û berpirsyar li Bexdayê, ku pêwendiyên wê yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.

Nûçeyên têkildar