Serok Barzanî hişyarî da: Nemana Hevpeymanan li navçeyê dê careke din terorê bihêz bike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî hişyarî da ku nemana Hevpeyamniya Navdewletî li navçeyê dê careke din terorê bihêz bike.
Îro Pênçşema 09.01.2010 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Schenker Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk û şanda ligel wî kir ku ji Steven Fagin Konsulê Amerîka li Hewlêr û çend şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîka pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê û aloziyên vê dawiyê yên li navçeyê hatin nirxandin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka tekez kir ku welatê wî pêbend e bi Iraq û Herêma Kurdistanê û dixwaze ku proseya siyasî ya Iraqê bikevê ser rêyekî dirust û aramî vegere.
Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xist ser rola girîng a hevpeymanan di alîkariya şerê terorê û hişyariya wê yekê jî da ku nemana hêzên hevpeymanan li navçeyê da dibe sedema wê yekê ku careke din teror di bin navên cuda de bihêz bibe.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û pêngav û çareseriyên ji bo baştirkirina proseya siyasî ya Iraqê û bi cîhgihandina daxwazên xwepêşanderên parêzgehên navend û başûrê Iraqê, mijareke dinî vê civînê bûn.




