25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û wezîrê Brîtanya rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê ya Brîtanya ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya Endro Morîsn bi telefonê axivîn û behsa rewşa navçeyê kirin.

Wezîrê Brîtanî spasiya hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, ku dixwaze aloziyên navçeyê bi dawî werin.

Herdû aliyan di wê pêwendiyê de tekez kirin ku pêwîst e rewşa navçeyê aram bibe.

Wezîrê Brîtanî got ku welatê wî pêbend e bi aramî û serweriya Iraqê.

Mesrûr Barzanî jî amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Kurdistanê berdewam hewl dide ji bo arambûna rewşa niha.

Herwiha Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewamiya hevkarî û piştevaniyên Hevpeymaniya Navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî gefên DAIŞê, girîng in.

Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku aramî û geşekirina Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraq û civaka navdewletî de ye.

Herwiha Mesrûr Barzanî tekez kir li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hêvî kir ku Hikûmeta Iraqê rêzê bigre li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar