UNDR projeyekî bo geşepêdana perwerdeya Kurdistanê amade dike

Wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Îsmet Mihemed Xalid pêşwazî li şandeyeke UNDR a programê geşepêdanê a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve kir.
Şandeya UNDR ji berpirsê pirojeyê geşepêdana warê perwerdeyê, rawêkarên warê perwerdeyê pêkatibû.
Şandeya UNDR, ji wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê re, behsa pirojeye geşepêdana perwerdeyê li herêma Kurdistanê ku, bi hevahengî digel wezareta pilandananê û wezareta perwerdeyê tê cîbicîkirin, kir.
Ev pirojeyê rêxistina UNDR warên geşepêdana perwerdeya pîşeyî, nûkirina pirogramên xwendinê û çareserkirina kêmasiyên perwerdeyê li xwe digire.
Wezîrê perwerdeyê ew pirojeye bilind nirxand û got ku ji bo serxistina pirojeyê navborî wezareta perwerdeyê dê hemû alîkariyan pêşkeş bike




