25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kêm maye ku rewş biteqe..Metirsiyeke mezin heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên vê dawiyê yên li navçeyê peyamek belav kir û ragihand kêm maye ku rewş li Iraq û navçeyê biteqe û metirsiyeke mezin heye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di dema çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelekî metirsîdar li navçeyê û Iraqê hatiye holê û ji hemû aliyek hest bi metirsiyeke mezin dike.

Di rewşeke wiha de jî pêwîst e ji bo peydakirina çareseriyê, guh li eqil û lojîkê were girtin, ne mirov li pey silogan û gengeşeyên bêsûd bigere.

Niha kêm maye ku rewş biteqe û gelekî aloz e.

Ji ber vê yekê, divê hemû aliyek û ew xelkê ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hikmetê çareseriyeke gûncav û me'qûl peydabikin ku di xizmeta hemû aliyekî de de.

Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha be, em jî ji bo alîkariya peydakirina çareseriyê kêmasiyê nakin, lê belê nabe ku Iraq rastî şerê bi wekalet û çarenivîseke windayî bibe.

Mesûd Barzanî
07.01.2020”

 

Nûçeyên têkildar