Piştî ku Hevpeymanan karê xwe rawestand, ne dûr e Kerkûk bikeve destê DAIŞê

Kerkûk-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên dibêje, bi rawestandina karê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, dê DAIŞ bihêz bike û dê rewşa Kerkûkê xerabtir bibe û ne dûr e ku Kerkûk bikeve destê DAIŞê de.
Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji piştî 16ê Cotmeha 2017 û heya niha rewşa Kerkûkê roj bo roj xerabtir dibe. Çi aliyê ewlehî û çi jî ji aliyê civakî û netewî rewş Kerkûkê xerab e, ku heya niha proseya bi erebkirinê berdewam e. Tevgera DAIŞê jî zêde bûye. Şevê din çekdarên wê êrîş kirin ser navendeke leşkerî.”
Husên wiha got: “Em û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di danûstandinan de bûn ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê, lê ew danûstandin sekinîn ji ber ku Ebdulmehdî dest ji karê xwe berda û niha deselata wî tune ye. Lewma jî em wek Kurd ji ber rewşa Kerkûkê negeşbîn in. Nayê veşartin jî ku destê welatan di Kerkûkê de heye. Herwiha Turkman û Erebê bajar jî her yek û tiştekî dibêje. Lê siyaseta Kurdan û Hikûmeta Hçîşû-9erêma Kurdistanê zelal û eşkere ye, ku ew jî pêwîst e Destûrê Iraqê were cîbicîkirin.”
Diyarî Husên wiha domand: “Nakokiya Amerîka û Iraqê jî bandoreke xerab li ser Kerkûkê dike, ji ber ku Hevpeyamniya Navdewletî biryar daye ku şerê xwe yê li dijî DAIŞê li Iraqê rawestîne, vê yekê jî hiştiye ku şandeyên veşartî yên DAIŞê dest bi tevgerê bikinê. Êdî dibe ku DAIŞ êrîş bike ser Kerkûkê û dê rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê neparastî be û dê DAIŞ dest bi êrîşan bike û ziyanên mezin bighîne bajêr û xelkê Kerkûkê. Ne dûr e ku çawa beriya çend salan bajarên Tikrît û Hewîce û Rûmadî ketin destê DAIŞê, wisa Kerkûk jî bikeve destê DAIŞê.”




