26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ti kompaniyek ji Kurdistanê neçûye..Kurdistan nevçeyeke aram e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ligel alozbûna rewşa Iraqê, beşek ji şirket û kompaniyên welatan karî xwe li Iraqê sekinandine û welatiyên biyanî jî ji ber rewşê ji Iraqê çûne. Lê Cîgirê Seroka Komîteya Samanên Xwezayî di Parlementoya Kurdistanê de dibêje, ti şirketek ji Herêma Kurdistanê neçûye û Herêma Kurdistanê ji bo xelkê biyanî û ji bo kar ciheke aram e.

Gulîzar Sindî ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê navçeyeke aram e û ew welatên ku daxwaz ji xelkê xwe kirine ku ji Iraqê derkevin, behsa Herêma Kurdistanê nekirine û dikarin li vir bimînin, ji ber ku ti pirsgirêkek li Herêma Kurdistanê tune ye û Kurdistan ciheke aram e ji bo şirketan û ji bo kar.”

Sindî wiha got: “Rast e ku tê gotin li hinek navçeyên Iraqê beşek ji wan kesên ku biyanî ne ji Iraqê çûne. Vê yekê jî bandor li ser berhemanîna petrola Iraqê kiriye.”

Gulîzar Sindî wiha domand: “Ji ber rewşa Iraqê ti şirketek ji Herêma Kurdistanê neçûye û heya niha şirket û kompaniyên petrolê li ser karê xwe berdewam in.”

 

Nûçeyên têkildar