Hikûmeta Iraqê Erebên DAIŞî vedigerîne Şingalê

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, Hikûmeta Iraqê careke din dest bi guhertina demografiya Şingalê kiriye û ew Erebên ku destê wan di qirkirina Êzdiyan de hebûn, Hikûmeta Iraqê wan vedigerîne Şingalê.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê hemû Erebên gundê Xêlo yê başûrê Şingalê vegerandine navçeyê, tevî ku destê wan Ereban di komkujî û qirkirina Êzdiyan de hebûye.”
Xelîl wiha got: “Hikûmeta Iraqê bê ku ti lêpirsîn û lêkolînê ligel wan Ereban bike, hemû vegerandine Şingalê û Hikûmeta Iraqê ti hewl jî nedaye ji bo lihevkirinê, ku ev yek jî metirsî ye li ser asayişa Şingalê.”
Mehma Xelîl wiha domand: “Ew kesê ku vegeriyane Şingalê bi roj sivîl in û bi şev jî dibin DAIŞ û karê xerab dikin. Herwiha beriya demekê Hikûmeta Iraqê 120 malbatên Ereb vegerand gundê Domîz ê Şingalê, ku dostê DAIŞê bûn.”




