Serok Barzanî sersaxî ji malbata Şêxulîslamî û ji bajarê Sine re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya kesayetiya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Dr. Esed Şêxulîslamî peyameke sersaxiyê ji malbata wî û xelkê bajarê Sine re şand.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr. Esed Şêxulîslamî" gihîşt me.
Sersaxiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr. Esed Şêxulîslamî û hemû dost û mervên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.
Ji xwedayê mezin hêvîdar in xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lillah We Inne Ileyhî Racîun
Mesûd Barzanî
02.01.2020”




