Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir.
Peyam waha ye:
“Birêz mamosta Selahedîn Behadîn
Bi boneya pêkanîna kongreya heştem a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û helbijartina we birêz wek emîndarê giştî, pîrozbahî li we birêz dikim û herwaha rêveberiya nû û temamê endamên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dikim.
Hêvîdar im serkeftina vê kongreyê, bibe sedemê karkirina zêdetir a Yekgirtûya Îslamî û hemû aliyên Kurdistanê bo pêşxistina yekîtiyê û yek helwêstiyê li ser pirsên niştimanî û xizmetkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
29.12.2019”




