25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Iraq di krîzeke mezin de ye û ber bi pêşerojeke windayî ve diçe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ew “bi dilgiranî ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê û pêşhatên wê dikin” û tekez kir, pêwîst e alîkariya hikûmeta bê ya Iraqê were kirin, ji bo ku qonaxa veguhêz bê derbaskirin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em bi dilgiraniyeke zêde û ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê û pêşhatên wê dikin ku di qeyranekî kûr de ye. Di demekê de metirsiya nearamî û zêdetir alozbûna rewşê, welat ber bi pêşarojeke nediyar ve dibe, erkê me hemûyan e ku bi hevdûtêgihiştinê û rihekî niştimanî û berpirsyarî, serederiyê li gel rewşê bikin û dûr ji guvaşên siyasî, bi mekanîzmên destûrê qonaxa niha bê derbaskirin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi mijara erkdarkirina kesekî nû bo serokwezîriya Iraqê û guvaşên aliyên siyasî li ser Serokomarê Iraqê Berhem Salih dike û dibêje: “Di babeta raspardina berbijêrê Serokwezîrê nû yê Iraqê de, diyar e Serokomar birêz Dr. Berhem Salih dûr ji mekanîzm û bingehên destûrî, ketiye bin guvaşeke zêde ve. Li vir em tekez dikin ku hemû çareseriyek divê li ser bingeha destûrê û li gor rênîşanderên yasayî bê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Bi mebesta destnîşankirina berbijêreke niştimanî ji bo Serokwezîriyê ku cihê gengeşeyê nebe û ji aliyê hêzên bi bandor ve qebûlkirî be, pêwîst e daxwazên rewa yên xwepêşander‌an û rewş û berjewendiyên welat di destnîşankirinê de bê berçavgirtin, ji bo derbaskirina qonaxa veguhêz û xweamadekirina ji bo hilbijartina nû, hevkariya hikûmeta nû jî bê kirin.”


 

Nûçeyên têkildar