25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiya serkeftina kongreya YNKê dike û dibêje: “YNK bi serkeftina kongreya xwe dikare roleke baştir ji bo bidestxistina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û pêkanîna yekrêzî û yekîtiya di navbera aliyên Kurdistanê de bilîze.”

Bi boneya bidawîbûna kongreya çarem a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û serkeftina kongreyê li rayedar û endam û alîgirên YNKê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi boneya bidawîhatin û serkeftina kongreya çarem a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, pîrozbahiyê li yek bi yekê endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Encûmena Serkirdatiya Giştî ya YNKê û tevahiya kadro, endam û alîgirên wê partiyê dikim, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêgeha bi bandor a YNKê li ser asta Kurdistanê û Iraqê de dike û dibêje: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê xwedî amadeyî û pêgeheke bi bandor e, bi serkeftina kongreya xwe dikare roleke baştir jibo bidestxistina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê, xizmetkirina bêtir a Herêma Kurdistanê, parastina destkevtên wê û pêkanîna yekrîzî û yekîtiya di navbera aliyên Kurdistanê de bilîze.”

Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “bi vê boneyê em bi rêzdarî Serok Mam Celal bibîr tînin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar