Mesrûr Barzanî Krîsmas pîroz kir: Kurdistan dê weke navenda bihevre jiyanê bimîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Pîrozbahiyekî germ li Xrîstiyanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdarim di hewayekî aram û rihet de cejna xwe derbas bikin.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Herêma Kurdistanê wek navenda pêkvejiyana netewî û olî dê bimîne. Em şanazin ku herêma Kurdistanê bûye penagehek bo mêvandariya sedan hezar koçber û penaber û nav wan de jî Xrîstiyanên Iraq û navçeyê hene.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmterxemî nekiriye û dê berdewam jî be bo dabînkirina aramî, piştrastî û alîkarî dayîn hemû aliyên ji ber zulm û zordariyê hewara xwe tînin bo herêmê. Em hêvîdarin şer û belaya li navçeyê û cîhanê bi giştî jî bi dawî be û aştî, aramî û avadanî pêkbê.”




