26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêvî dikim hemû cejnên Xrîstiyanan di nav aramî û aştiyê de bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî cejna jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh li Xrîstiyanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta krîsmisê û cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa peyamek belav kir û di peyama xwe de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Xrîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya ku tê de hêviya şadî û bexteweriyê ji bo Xrîstiyanan dixwaze de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî dibêje: “Hêviya wê yekê dikim ku xwişk û birayên me yên Xrîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe di nav aramî û aştiyê de pêk bînin û aştî û birayetî li navçeyê belav bibe.”

Nûçeyên têkildar