25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê guhartinên Iraqê di berjewendiya xelkê Iraqê de bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got ku divê guhartinên Iraqê bi arasteya xizmetkirina berjewendiya welatiyên Iraqê bin.

Di hevdîtinê de ku Dr. Fuad Husên Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê amadebû, rewşa siyasî û pêşhat û guhertinên dawî ya proseya siyasiya Iraqê nirxandin. Her wiha di derbarê rêyên çareseriya ji bo qeyrana niha ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê civînê de ronahî xistin li ser mijara guhertinên yasayan yên li Encûmena Nûnerên Iraqê bi taybet yasaya nû ya hilbijartinê û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku her guhertinek pêwîst e di xizmetkirina berjewendiya hemwelatiyan û welat de be.

Rewşa siyasî ya li ser asta deverê û navçeyê mijareke dinî a vê civînê bû.

 

Nûçeyên têkildar