26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Êzdiyan pîroz kir: Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, bi boneya Cejna Rojiyê ya Êzî peyameke pîrozbahîyê arastî xuşk û birayên Êzdî kir û di peyama xwe de ragihand, Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina «Cejna Rojîyên Êzî», germtirîn pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzdiyên Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejin, bo xuşk û birayên me yên Êzdî şadî û aramî û bexteweriyê bihîne û dawî bi êş û azarên wan were.

Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û parastina wê tebayî, birayetî û pêkvejiyanê erkeke pîroz e û em kêmasiyê lê nakin.

Cejna we pîroz û hêvîdar im herdem cejnên xwe di xweşî û aştiyê da bikin.

Mesûd Barzanî

19.12.2019”

Nûçeyên têkildar