Serokwezîrê Kurdistanê Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzdî peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Kurdên Êzdî kir bi boneya vê cejnê û tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmet hemû hewlekê dide bo ku koçber vegerine cihên xwe û xizmeteke şayîste bo wan bê kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got ku Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser xizmetkirina xûşk û birayên me yên Êzdî û berevanîkirin ji mafên wan li jêr sayeya evê bi hev re jiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê heye . Hemû hewlên xwe jî dide daku xûşk û birayên Êzdî yên koçber bi serbilindî vegerin cihên xwe û xizmeteke hêjayê ji wan re were kirin.




