26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzdî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Rojiyê peyamek belav kir û Cejna Rojiyê li hemû Kurdên Êzdî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Pîrozbahiya Cejna Rojiyê li hemû xwîşk û birayên Êzdî li Kurdistan û hemû cîhanê dikim, bi taybetî li malbatên kesûkarên cînosayda Kurdên Êzdî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im ev cejn bibe jiyaneke baştir bo Kurdên Êzdî û hemû xelkê Kurdistanê û di nav pêkvejiyan û aramiyê li Kurdistanê pêşwazî li cejnên xwe bikin.”

Nûçeyên têkildar