25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlemanterê PDKê: Em hewl didin di vê mehê de yasaya çaksaziyê pesend bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê PDKê Seîd Herkî ragihand, ew hewl didin ku di vê mehê de projeyasaya çaksaziyan ango reforman di Parlemantoya Kurdistanê de pesend bikin, ji ber ku ji xelkê re niha ya herî girîng projeya çaksaziyan e.

Seîd Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Projeyasaya çaksaziyê projeyeke pir girîng e, hem ji aliyê abûrî û hem ji aliyê dadperweriya civakî ve.”

Herkî wiha got: “Îro ji bo xelkê Kurdistanê tiştek ji projeya çaksaziyan giringtir tune ye, loma em wek Frakisyona PDKê ji hemû aliyan zêdetir hewl didin ku di vê mehê de ew proje were pesendkirin, eger ew yek jî pêk nehat emê hewl bidin ku bêhinvedana parlemantoyê kêm bikin ji bo ku bilez projeyasaya çaksaziyan pesend bikin.”

 

Nûçeyên têkildar