26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîdad Barzanî bo Mîrê Êzdiyan: Em piştgîriyê li mafê Êzdiyan dikin

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info- Îro Nûnerê Serok Barzanî Sîdad Barzanî serdana qezaya Şêxan û koşka Mîrê Êzdiyan kir û ji aliyê Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanê ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê serdana Sîdad Barzanî bo Şêxan û civîna wî ligel Mîr Hazim, Şêwirmendê Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan Kerîm Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civînê de axaftin li ser 2 mijaran hat kirin, ya yekê ew bû ku Sîdad Barzanî dûbare pîrozbahî li Mîr Hazim kir ku bûye mîrê Êzdiyan. Ya dûyem jî ew bû ku Sîdad Barzanî dîsa tekez kir li ser piştevaniya Serok Barzanî bo Êzdiyan û ji bo Mîrê Êzdiyan.”

Kerîm Silêman wiha got: “Nûnerê Serok Barzanî ji Mîrê Êzdiyan re got, taybetmendiya Êzdiyan dê her parastî be. Herwiha tekez kir ku ewê bi temamî piştgîriyê li mafê Êzdiyan bikin.

Nûçeyên têkildar