26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Siûd Mela kir, ji bo koça dawî ya pismamê wî.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya pismamê we yê birêz, rehmetî Ekrem Seîd Mela gihîşt me.

Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi şirîkê xema we dibînim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rehemetî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyekî bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

18.12.2019”

Nûçeyên têkildar