25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo Xrîstiyanan: Kurdistan dê her weke derguşa pêkvejiyanê bimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li şandeke Xirîstiyanên Kurdistan û Iraqê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê weke landikeke pêkvejiyanê bo hemû pêkhateyan dimîne û rola zanyayên olî yên Xirîstiyan di kurkirina ferhenga aştî û pêkvejiyanê li Kurdistanê, bilind nirxand.

Şanda di bin serokatiya metran Avak Asadourianî ji metran, qeşe û zanayên olî yên Xrîstiyanan pêk hatiye.

Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel wê şandê de tekez kir ku Xirîstiyan beşeke girîng û sereke yên civaka Kurdistanê ne û bal kişand ser wê yekê ku bi sala ne li gel pêkhateyên din pêk ve dijîn.

Nêçîrvan Barzanî rola zanayên olî yên Xirîstiyan di kurkirina çanda aştî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got, “Kurdistan hertim dê weke derguşa pêkveşiyan û lêborîn û lihevhatinê bimîne bo hemû pêkhateyan.”

Şanda mêvan jî dubare pîrozbahiyên xwe ji bo destbikarkirinê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û li ser parastin û piştevaniya bo Xirîstiyanan spasiyên xwe pêşkêşî Serokatya Herêma Kurdistanê, hikûmet û gelê Kurdistanê kirin û hêvî xwest ku Kurdistan weke nimûneya seqamgirî, pêşkevtin û nirxên bilind ên mirovahiyê, bimîne û herwiha wefadarî û dilsoziya xwe bo Kurdistanê û amadebûna xwe bo xizmet û cîbicîkirina erkên xwe dupatkirin.

Serokê wê şandê Avak Asadourian, di civînê de derbarê, rewşa Xirîstiyanên li Herêma Kurdistan û Iraqê, erkên kenîseyan û pirsgirêkên ku rast tên û herwiha rewşa koçberan de zanyarî dan Serok Nêçîrvan Barzanî.

 

Nûçeyên têkildar