Nivîser û rewşenbîrên Kurd ji Êranê direvin

Yusif Behramî nivîserê Kurd ji bajarê Urimiyê bo evro diyar kirk u givaştina li ser rojnamevan û nivîserên Kurd li Êranê roj bi rojê zêde dibî û piştî wê operasiyona ku li Tehranê li dijî rojnamevanan hatekirin dezgehê hewalgêriyê Êranê ragehandibû ku ew dê wan operasiyonên wesa zêde bikin û di nava çend rojên burî li piraniya bajêrên Rojhelatê Kurdisatnê hêzên Êranê hêrişî mala nivîser û rojnamevan û çalakvanên medenî kirin û gelek kes hatine girtin û got: "Li gor agahiyan ji ber rewşa niha li Êranê û ew aloziyên navxweyî berpirsên Êranê ji wê yekê ditirsin serhildan li bajarên Rojhelatê Kurdistanê dest pê bikin û ji ber wê niha bi rengên cuda cuda givaştinê li xelkê dikin û girtina nivîser û rojnamevanan jî pişkek ji wê pilanê ye û ji ber wê yekê dinava hefteyekê de bi dehan kesên berniyas ji Êranê reviyan."
Navhatî amaje bi wê yekê jî kirk u li serê salê heta niha bi dehan zîndaniyên siyasî li Êranê bi rengekî nihênî hatine sêdaredan û herwesa hêzên Êranê givaştinan li malbatên girtiyên Kurd dikin û ji ber wê yekê niha rewşeka gelek xirab li bajarên Kurdî bi taybetî jî li deverên ser sînor heye û reva nivîser û rewşenbîran jî nîşa dide dê li paşerojê rûdanên dîtir li Rojhelatê Kurdisatnê rû bidin.




