26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Serokwezîr Mesrûr Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz Hickey kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Balyozê Brîtnayayê piştevaniya xwe bo pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî û amadehiya welatê xwe jî bo girîngîpêdana bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê ra nîşan da, bi taybet handana webirhênerên Brîtanî bo zêdetir li Herêma Kurdistanê webirhênanê bikin.

Herwiha Balyozê Brîtanyayê piştevaniya xwe jî bo rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê budceyê de derbirî.

 

Nûçeyên têkildar