26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û Gorran: Em piştevaniyê li çaksaziyên Hikûmeta Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê îro li Pîrmamê civiyan û di konferanseke rojnamevanî de herdu aliyan piştevaniya xwe bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, komek bûyerên girîng li deverê hene di civînê de em li ser wan axivîn.

Mehmûd Mihemed da zanîn jî, aloziyên niha, hem metirsî û hem derfet tê de hene, divê rûbirûyî wan metirsiyan bibin heger hebin. Ji bo Herêma Kurdistanê neyê piştguhxistin, divê beşdariyê di avakirina Iraqê de bikin û berjewendiyên Kurdistanê biparêzin.

Herwiha Mehmûd Mihemed ragihand jî, me herdu aliyan behsa wê yekê kir, şandên diçin Bexdayê divê hevrêzî di navbera wan de hebe û her du alî hewl didin bi hev re û bi aliyên din ên Kurdistanî re li Bexdayê hevpeymaniyekê pêk bînin.

Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê jî da, me biryar da civînên zêdetir di navbera xwe de bikin. Herwiha me herdu aliyan piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên Hikûmeta Kurdistanê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Karûbarê Odeyên Tevgera Goranê Derbaz Mihemed ragihand, civîn girîng bû û wan li ser 3 astan guftûgo kirin, li ser asta Iraq, Kurdistanê û karên Hikûmeta Kurdistanê.

Ragihand jî, herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirine, ku piştevanîkirina li çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û projeya çaksaziyê li Parlemantoya Kurdistanê were pesendkirin.

 

Nûçeyên têkildar