26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê emanetekî pîroz e û bi dil û can bilind bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Dibistana Diyarbekir a Bingehîn a Keçan li Hewlêra paytext beşdarî merasîma Roja Ala Kurdistanê bû.

Îro Sêşema 17ê Kanûna 2019an, bi boneya Roja Ala Kurdistanê li Hewlêra paytext û li bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê merasimên cor bi cor hatin lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku Ala Kurdistanê nîşaneya rûmet û berxwedana xelkê Kurdistanê ye û di tevahiya qonaxên zehmet de jî hatiye bilindkirin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ala Kurdistanê sembola berxwedan, xebat û têkoşîna milletekê ye ku bi salane ji bo azadî, serxwebûn û wekheviyê xebatê dike.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Ev al sembola berxwedan û xebat û têkoşîna miletekî ye ku bi salan exebatê dike bo azadî û serxwebûl û wekheviyê ji bo ku bighê mafên xwe. Di bin siya Ala Kurdistanê de, xelkê Kurdistanê bi hev re ji bo mafên xwe xebat kirine. Her ji Şoreşa Îlonê û piştî wê jî hemûyan bi hev re xebat kirine ji bo yek armancê ku mafên gelê Kurdistanê ye û di nav de jî mafê pêkhateyên Kurdistanê.

Ev al emaneteke pîroz e li ser milê we, ku hûn nifşê nû ne ji bo vî welatî û divê hûn ji dil û can vê alê bilind bikin û ew peyama ku bav û kalê me xebat ji bo wê kirine û hewl ji bo wê dane, bi hêviya xwedê bighînin wî cihê ku miletê me bi salan xebat ji bo wê kirine û qurbanî jê re dane. Ev emanet di destê nifşê nû de ye û divê hûn bi xwendin û xwehînkirinê bi cidî û bi dil û can ber bi pêşerojê ve biçin. Ez piştrast im ku hûnê karibin vê emanetê bi başî rajênê û bilind bikin û hûnê jî bidin destê nifşê piştî xwe.”

 

Nûçeyên têkildar