26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kur û keça şehîd Hucam Surçî li Encûmena Wezîran Ala Kurdistanê bilind kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Merasîmên roja Ala Kurdistanê birêve çûn û li Encûmena Wezîran bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kur û keça şehîd Hucam Sûrçî Ala Kurdistanê bilind kirin.

Îro 17.12.2019ê bi amadebûna serokwezîr Mesrûr Barzanî ve li encûmena wezîran bi boneya roja Ala Kurdistanê ve merasîmên rêz li Ala Kurdistanê birêve çû.

Di merasîmê de kur û keça şehîd Hucam Sûrçî li tenişt Mesrûr Barzanî çûn pêş Ala Kurdistanê û piştre jî wan herdu zarokên şehîd Hucam Ala Kurdistanê bilind kirin.

Şehîd Hocam Surçî ew Pêşmerge bû ku dîl ketibû destê terorîstên DAIŞê û li bajarê Mûsilê bi hovîtî ji aliyê wan terorîstan hatibû şehîdkirin û piştre hêzên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di çalakiyeke taybet de bikujên wî kuştibûn.

17ê meha 12an wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin û salane ew roj li Herêma Kurdistanê tê pîrozkirin.

 

Nûçeyên têkildar