Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembola azadîxwazî û qurbanîdana gelê me ye

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya Roja Ala Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.”
Îro Sêşema 17.12.2019an, bi boneya Roja Ala Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû hevwelatiyên xweştivî yên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî dibêje: “Di vê roja pîroz de em tekeziyê li ser peyama aştî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û hezaran silav li rihê pak ên wan şehîdan be, ku canê xwe di ber ala pîroz a Kurdistanê de feda kirine.”




