26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Kanada: Em amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz Shannon kir, bi boneya destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast.

Balyozê Kanadayê amadehiya welatê xwe bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê derbirî, bi taybet jî sûdwergirtina ji ezmûna federaliya Kanadayê.

Nûçeyên têkildar